Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê carê 2 îhaleyên ku maliyeta wan 555 hezar tl ye dan şîrketên Konya û Enqereyê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, li gel ku gelek şîrketên heman karî dikin, li şûna îhaleyê bide şîrketên Amedê, îhaleya kar dan şîrketên Konya û Enqereyê. Qeyûmê ku ewil îhaleya karê maliyeta wê 628 hezar tl ye dabû şîrketên Bolu û Kocaelî, vêcarê îhale da du şîrketên din. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê carê bi heqê maliyeta 555 hezar tl îhale da şîrketên Konya û Enqereyê. Qeyûm ji bo karê malzemeyên ceyranê û çêkirina parkan bi buhayê 555 hezar tl ihale da.
Kurdistan Haberleri
PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye