Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir

.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, cardin heqê avê biha kir. 

DÎSKÎ'ya ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ava vexwarinê di navbera ji sedî 14-40'î de biha kir. Li navenda bajêr metrekupa avê bi 3.58 TL'yan bû. Ji sedî 14 hat bihakirin û bû 4 TL. Li Bismil, Farqîn û Erxeniyê jî metrekupa avê 2.30 TL bû. Ji sedî 40 hat bihakirin û bû 3.20 TL. 

Li Çinar, Şankuş, Pîran, Hezro, Karaz, Pasûr, Licê, Çêrmûg, Hênê û Gêlê jî metrekupa avê 1.80 TL bû. Ji sedî 33.4 hat bihakirin û bû 2.40 TL. 

Fiyetên hatine bihakirin ji 5'ê Gulana 2021'ê ve derbasdar in. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye