Qeyûm bo 5 şaraderîyên HDPê hat tayînkirin

İro roja duşemê 23.03.202an ji alîyê Wezareta Tendirustîya Tirkîyê ve qeyum bo 4 şaraderîyên HDP hatin tayînkirin.

Navenda Nûçeyan - Wezqareta Navxwe ya Tirkîye qeyûm bo şaredarîya Batman, Silvan, Lİce, Gêl, Erxenîyê yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) tayîn kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkîyê qeyûm tayînî şaredarîyên HDPê yên Batman, Farqîn, Licê, Gêl û Erxenî kir. Bi tayînkirina qeyûman re hevşaredarên HDPyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya hatin binçavkirin. Avahîyên van şaredarîya ji alîye polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûrê nadin kes biçe avahîyên şaredarîyan.

HDPê di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2019an de 3 bajarên mezin, 5 bajêr, 45 navçe û 12 bajarokan qezenc kiribû. Berîya niha jî qeyûm tayînî 3 şaredarîyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, Şaredarîya Colemêrgê, 29 navçe û 3 bajarokan hatibûn kirin.

 

Siyaset Haberleri

Bîlançoya mayînan a li Herêma Kurdistanê
Dîzaynera Kurd Şeyma Zehawî li ser navê Almanya û Kurdistanê derket ser dikê
Koçberên Serê Kaniyê daxwaza vegera ser xaka xwe dikin
Hemas hikûmeta xwe ya li Xezzeyê hildiweşîne
Hewlêr mêvandariya lûtkeyeke aborî ya navdewletî dike