Qeyrana Tirkiye - Yewnanistan û ji Erdogan daxûyaniya firokeyên F-35

.

"Hefteya bê liser asta serbazî li baregeha NATO li Brûksel, şandên Tirkiye û Yunanistanê, danûstandinên xwe berdewam dikin." 

Serokomarê Tirkiyeyê radighîne, radestnekirina firokeyên F-35 ji aliyê Amerîka ve şaştiyek mezin e.

Serokomarê Tikriyê Receb Tayipp Erdogan ragehand, vekişandina Amerîka ji bo radestkirina firokeyên F-35 ji bo Tikriyê şaştiyeke mezin e. Erdogan tekez dike, Tikriyê pereyek zêde ji bo bidestxistina firokeyên F-35 xerc kiriye û heta niha ti firokeyek ji bo wan nehatiye radestkirin.

Hefteya bê, danûstandinên şandên serbazî yên Tirkiye û Yunanistanê li Brûkselê berdewam dikin.

Qeyrana Yunanistan û Tirkiye

Ajansa Anadolu belav kiriye, hefteya bê liser asta serbazî li baregeha NATO li Brûksel, şandên Tirkiye û Yunanistanê, danûstandinên xwe berdewam dikin.

Li gor Ajansê, armanc ji van danûstandinan, avakirina mekanîzmeyek ji bo rûnedan a ti şerekî li rojhilatê Derya Naverast di navbera her du aliyan de ye.

4ê Îlon a sala derbasbûyî, danûstandinên teknîkî di navbeyna şandên Tirkiye û Yunanistanê de, liser ast a serbazî destpê kiribûn.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye