Di van rojan de, nîqaş û gotarên li ser qeyrana nasnameyê ya ciwanên Êzdî balê dikişînin ser rewşa di navbera çadirên koçberiyê yên li welat û civaka dîyasporayê de. Lê piştî nirxandina van nîqaşan, ez neçar mam ku careke din vegazim ser vê birîna kûr û pirsê ji wijdanê rewşenbîr û rêveberên civaka me bikim.
Di gelek nirxandinan de tê gotin ku gunehê paşveçûna çandî, windabûna ziman û qutbūna ji koka Êzdiyatiyê dikeve ser milê rihaniyên olî, an jî berpirsiyariya yekane dikeve ser milê dê û bavan di nav malê de. Lê ma ev dîtin di rastiya jiyana îro de çiqasî rewa ye?
1. Rastiya Malbatên di Nav Çadirên Kampan û li Dîyasporayê di Nav Çar Dîwaran de Asêbûyî
Dema em behsa rewşa malbatan dikin, divê em çavên xwe ji rastiya hişk a her du aliyan re necutin:
• Li Kamp û Welat: Malbat di nav çadirên demkî de di bin fişara aborî, bêstatuyî û bêhêvîtiyê de dixeniqin. Zexta mercên jiyanê û nebûna tu derfetên geşepêdanê dihêle ku dê û bav nekaribin nifşê nû ji bandora krîzê û bêhêvîbûnê biparêzin.
• Li Dîyasporayê: Malbat ne di nav civaka gund û jiyana kollektîf a berê de ne. Pêwendiyên civakî û naskiriya bi mirovan re lewaz bûye. Dê û bav di nav tora tirsê, xerîbiya zimanî û doza dabînkirina jiyana rojane de di nav çar dîwaran de asê mane.
Dema zarok di dibistan û qada medyaya civakî de di bin bandora çandeke din de mezin dibin û rêzgirtin an jî têgihiştina wan ji bo ziman, çîrok û mîratê kêm dibe çî li kampan be çî li dîyasporayê ji bo dê û bavekî ku amûrên perwerdehiya nûjen di dest de nînin, parastina nasnameyê dibe karekî hema hema nemümkin. Em nikarin bar û giranîyeke ku ji hêza malbatê mezintir e, bixin ser milên wan yên westayî.
2. Koka Êzdiyatiyê Tüne Nebûye û Tüne Nabe
Bila elîta rewşenbîr û rêxistinên neyekbûyî baş bizaniben: Koka Êzdiyatiyê di nav 74 fermanan de, di nav kûrtirîn agirê qeyran û felaketan de derbas bûye, lê tûne nebûye! Êzdiyatî felsefeke kûr a mirovayiyê, aşîtîxwaziyê, rêzgirtina ji xwezayê re û berxwedana dîrokî ye.
Dema ku em hişmendiya Êzdiyatiyê û zimanê nûjen nedin ber destê nifşê nû daku vê baweriyê û vê felsefeyê fêm bikin, xeterî di navbera du rêyan de çêdibe: an girtîbûneke bêhêvî, an jî şokeke çandî ku berbi asîmîlasyonê ve dikişîne. Lê pirsgirêk ne di koka Êzdiyatiyê û dêbavên nezan de ye; pirsgirêk di nebûna perwerdiya rast û xebata yekbûnê de ye.
3. Valahiya Ruhî û Metirsiya Asîmîlasyonê di Dîyasporayê de
Nimûneya herî zelal di van belgefilmên di medya li dijî Êzdiyatiyê de derdikeve holê ku nîşan didin çawa beşek ji ciwan xelkê me di dîyasporayê de ji ber "valahiya ruhî" û nebûna bersivên rewa yên ji bo pirsên wan, ola xwe diguherînin. Dema ku sazî û serkirdayetiya olî 15 salan serdana malbatekê nekin û ji wan nepirsin, ew mirov xwe piştguhxistî dibînin. Ev valahî piştre ji aliyê pergalên din ve tê tijîkirin. Heke em îro vê valahiya perwerdehî û diyalogê bi zimanekî nûjen tijî nekin, ev cureyê asîmîlasyonê dê berdewam bike û mîrata me ya hezaransalî rûbirûyî talûkeyeke mezin bibe.
4. Erka Elîta Rewşenbîr û Saziyan
Ez salên dirêj e wekî berhevkar û xemxwarekî vê mîratê, gelek caran bangî elîta rewşenbîr, akademîsyen, û rêveberên sazî û rêxistinên êzdiyan dikim: Bila êdî rexnekarî û nivîsandin ne tenê ji bo berjewendiyên kesayetî, xwebendî û parastina cîh û meqaman be!
Dema ku Elîta rewşenbîr û oldarên, bitenê xebata xwe tenê bi daxuyaniyan û analîzkirina êşê sînordar diken, ew bi xwe dibine parçeyek ji lîstik û qeyranên ku li ser nasnameya Êzdiyatiyê têne meşandin. Bêyî ku elîta rewşenbîr û sazî vî barî ji ser milê malbatên asêbûyî rakirin û nebin piştgir, tenê mayîna malbatan di nav çar dîwaran de an jî di nav çadoran de zirarê kūrtir dike.
Erka we ye ku hûn:
1. Ji tekst û teoriya li ser kaxezê derkevin nav karê pratîkî.
2. Materyal, pirtûk û amûrên dîjîtal yên perwerdehiyê ji bo zarok û ciwanan amade bikin ku berhema mîratê bi zimanekî nûjen nîşan bidin.
3. Di cihê berjewendiyên piçûk yên saziyan, eniyeke hevpar û neteweyî ji bo parastina nasname û koka Êzdiyatiyê ava bikin.
5. Nexşerêya Çareseriyê û Gavên Pratîkî (Nexşeya Xebatê)
• Ji bo tijîkirina valahiya ruhî û rawestandina asîmîlasyonê, pêwîstiya lezgîn bi amadekirina zimanekî nûjen ê perwerdehiyê, amûrên dîjîtal û mufredateke zelal ji bo dê û bavan heye.
• Yekbûna elîta rewşenbîr û saziyan divê ji çarçoveya daxuyaniyên hişk derkeve ber bi planeke berçav a xebatê daku piştgiriya malbatan di pratîkê de pêk bête.
Heke we jî bi hindikayî mîna min çend seat ji bo wextê bicîhanîna erkek a xwe ya ji bo pêşxistin û parastina Êzdiyatiyê veqetandine, dê îro tirsa dê, bav û zarokên me gelekî kêm biba! Time ew dem e ku em ji şirovekirina tirsê derbasî avakirina pêşerojê bibin.
Kemal Tolan, Nivîskar û Lêkolînerê Êzdiyatiyê