Qey Ez Kor im?

Niyazî Pîro
Çi roj tav dide
Çi heyv şewqa xwe
Tîrêja stêrkan jî qîm nake
Ez rê bibinim.
Kengê dem dibe ro
Roj dixeyide
Kengê dem dibe şev
Heyv dixeyide
Stêrk jî hatin vemirandin
Tîrêj nema ku
Ez rê bibinim.
 
Ya Xwedê va çi hale
Roj û heyv û stêrk
Bûn rikdar
Rê nakin ronî ku
Ez rê nebinim.
Halbihal;
Ez dibinim
Esman şipşîn
Derdor ronî ye
Qey çavê min kore
Ez rê nabînim.