Qesra Spî: Êrîşa Amerîka ya li Sûriyê peyameke Joe Biden e

.

Derbarê êrîşa Amerîka li ser komên çekdar ên Îranê li Sûriyê de, Berdevka Qesra Spî Jen Psaki axivî û got, Amerîka bi operasyona li Sûriyê xwest bibêje, wê Serok Joe Biden ji bo berevaniya Amerîkiyan tevbigere.

Psaki diyar kir, Amerîka dê li herêmê bi tedbîr tevbigere û da zanîn, Washington dixwaze girjîya li wan deran kêm bibe.

Herwiha destnîşan kir, operasyon bo rê li ber êrîşên nû bên girtin pêwîst in.

Amerîka, roja Înê li rojhilata Sûrîyê bi balafirên şer êrîşek esmanî li ser komên girêdayî Îranê pêk anî û ev êrîş weke tolhildana êrîşên li Hewlêr û Iraqê bi nav kir.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin