Qesira Sipî: Washington û Tehran Ser Girtîyên Amerîkî Danûstandinê Dikin

.

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî Jake Sullivan dîyar kir ku Amerîka bi Îranê re ser hemwelatîyên Amerîkî yên girtî dest bi danûstandinê kiriye.

Sullivan ji kanala CBS re got ku ‘’Me ser vê mijarê bi Îranîyan re dest bi danûstandinê kiriye’’ û da zanîn ku ewê pêşnîyazeke demdirêj qebûl nekin.

Li gor nûçeyên di medya Îranê de, danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de bi Serbalyozxaneya Swîsre tê meşandin.

Serbalyozxaneya Swîsre, berjewendîyên Amerîka yên li Îranê temsîl dike.

Sullivan bi berdewamî dîyar kir ku Amerîka dixwaze vegere ser peymana navokî ya sala 2015’an, lê Tehranê hîn ti bersiv nedaye.

Serokê berê Donald Trump di sala 2018’an de Amerîka ji peymana navokî vekişandibû û toleyên dijî Îranê jinûve ragihandibû.

Piştî Washington ji peymanê vekişîbû, Tehranê jî bicîhanîna berpirsîyên xwe yên bo peymanê terikandibû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin