Qeşayên li Okyanûsya Arktîkê dibe ku heta 2050yî bihelin

Li gorî lêkolînan dibe ku heta 2050yî qeşayên li Okyanusya Arktîkê ango li Behra Bakurî bihelin û tune bibin.

Navenda Nûçeyan - Lêkolîneran aşkere kirine ku dibe qeşayên li Okyanusya Arktîkê ango li Behra Bakurî heta sala 2050î bihelin û tune bibin.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera Science Daily-yê hatîye weşandin, bi serpereştîya Dirk Notz, zanyarê îqlimê yê ji Zanîngeha Hamburgê ya almanî, ji 21 welatan sazîyên cida beşdarî xebatekê bûne. Di vê xebatê de hatîye dîyarkirin ku heke berbelavbûn ango emisyona karbonan bilez û rêjeyeke girîng bê xistin jî wê, dibe heta sala 2050î li Behra Qeşayê ya Bakurî havînan qeşa çênebe.

Nortzî dîyar kirîye ku hete germahîya kurewî di bin pîleya 2yê de bê sekinandin jî di nava 30 salên dawîyê de ihtimaleke mezin wê qeşayên li Okyanusya Arktîkê di mehên havînê de bihelin.

Encamên vê xebatê li kovara “Geophysical Research Lettersê” hatine weşandin.

Heta roja îro jî qeşayên behre li Okyanusya Arktîkê di seranserê salê de jî nahelin. Her havîn ev qeşa kêm dibin lê di zivistanan de dîsa zêde dibin.

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe