Qerejdaxî 2.800 ton bacanê sor hişk dikin û difrojin derveyê welat

.

Çiyayê Qerejdaxê ku dikeve nabvera Diyarbekir û Sêwerekê her sal xelkê deverê diçin zozanê Qerejdaxê û hem li erdê dora Qerejdaxê bi taybetî ji aliyê navçeya Sêwerekê de li ser 4 hezar donum erd bacanê sor an ku firingî (sorik) tên çandin. Hilberîna îsal bendene ku 2.800 ton bacan bidest bixin.

Piştî hilberîna sorikan an ku bacanê sor li ser sehayekî 250 donumî radixin û hişk dikin. Paşî di rêya şîrketan de difroşin derveyê welat, weka Awrûpayê, welatên Ereb, Rûsya û Amerîkayê. Sala borî 700 ton bacanê hişkkirî bidest xistine. Hilberînerê bacanê sor Muzaffer Işıklı bo AA yê ragihandiye:

“Tenê li Diyarbekirê heya niha me 3 hezar ton bacan jêkir. Ciyê em lê hişk dikin 250 donume. Ciyê em lê radixin 300 kes dixebitin. Yên di erd de dixebitin bi wan re 1.500 xebatkar dixebitin. Karkerên me berê diçûn aliyê Anedolê dixebitîn lê niha ne hewceye herin. Li welatê xwe li ser axa xwe dixebitin û êvarê diçin malên xwe. Li herêma Egeyê çi rojane didin xebatkaran, em jî heman pereyî didin wan. Bi vî awayî li memleket îstîhdam çêdibe.

Axa me û hewa me li gorb acanê sor e. Mîneralên ku bacanê sor ji axê distîne aroma bacanan xweş dike. Bacan bi kalîte ne û bi bereket in. Cotyarên me ji yek donumekî ji 10 tona zêdetir bacan bidest dixe. Eger weha dewam bike di salên pêşiya me de di bacanê sor yê hişkkirî de Diyarbekir dê bikeve rêza herî pêş. Ez bi vêya bawer dikim.

Hedefa me li Diyarbekirê 1.600 ton û li Sêwerekê 1.200 ton bacanê sor yê hişk e. %5-7 di bazara hundir de tê firotin û yê din difroşin Îtalya, Fransa, Almanya, Amerîka, elatên Ereb û Rusyayê. Li wan welatan di çêkirina pîzzayan, hamburger, di xwurîniya sibê de û weka meze tê xwarin.”

Kurdistan Haberleri

Hêvî Akademî semînera onlîne li dar dixe
PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî