Qedexeya pandemiyê di navbera 29 ê nîsanê û 17ê gulanê de dewam dike

.

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî civîna encumena wezîran biryara qedexeyan ya bo berlêgirtina Kovid-19ê ragihand. Di axaftina Erdoğan de xalên derketin pêş weha ne:

-Qedexe ji 29 ê nîsanê ji 19.00 ê êvarê destpêdike û heya 05.00 ê siba 17 ê gulanê dewam bike.

-Ji bilî sehayên hilberînê û seha paqijiyê, wê temamên kargeh, dezgeh bên girtin.

-Li ciyên xwarin û vexwarinan wê xizmeta paketan nê dayîn lê ciyên ku şertên wan li cîh be wê dewam bikin.

-Seyaheta nav bajaran tabiê îznê ye. Alavên di nav bajaran de diçin û tên, wê bi %50 bixebitin.

-Rezervasyonên li tesîsên qûnaxan nebin pirsgirêk

-Wê xebatkarên xizmeta giştî heya ji dest bê, ji dûr de bên xebitandin.

-Dibistana berya seretayî, kreş û polên 8 û 12 an bi temamî navber bidin xwedninê û ezmûn bên paşdexistin.

-Hemwelatiyên pîr yê nikarin derên derve, pêdiviyên wan dê ji aliyê tîmên WEFA yê de bên temînkirin.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin