Qedexeya hatûçûnê hat dirêj kirin

Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê daxuyanîyek derbarê dirêjkirina dema qedexeya hatûçûnê de da.

Navenda Nûçeyan - Îro 01.07.2020ê ku duyem roja qedexeya hatûçûnê ye li parêzgeha Hewlêrê, derbarê dirêjkirina dema qedexeya hatûçûnê de qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryar dayîna li ser mijara qedexeya hatûçûnê û dirêjkirina dema qedexeya hatûçûnê, girêdayî wezareta tenduristîyê û alîyên tenduristîyê ve ye.’’

Herwaha got: ‘’Her demekî ku wezareta tenduristîyê yan rêveberîya giştî ya tenduristîya Hewlêrê daxwaza her tedbîrekî ji odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê bike, wê demê bi piştrastî ve xwandin dê bo wê daxwazê bê kirin û biryar dê wê derbarê de bê dayîn, ku di berjewendîya giştî de be. Em piştrastin jî hemwelatîyên parêzgeha Hewlêrê pêbend dibin û alîkarîya tîman dê bikin.’’

Qaymeqamê Hewlêrê got: ‘’Spas bo hemwelatîyên parêzgeha Hewlêrê ku pir bi başî pêbendbûn bi tedbîran û rênmayîyên qedexeya hatûçûnê ve. Bi taybet xwedî market û dukandar jî, ku ev yek bilindîya asta hişyarîya hemwelatîyan ve girêdayîye.’’

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin