Qedexeya geştên asîmanî ya li ser balafirgeha Silêmanî radibe

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahit Turhan daxuyaniyek da û got ku ew qedexeya li ser balafirxaneya Silêmaniyê radikin.

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahit Turhan ragihand ku qedexeya geştên asmanî ya di navbera Tirkiye û bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê de di 25ê vê mehê radibe ku biryara bû di 23ê Çileyê de dest pê bikin.

 
Cahit Turhan diyar kir ew dorpêça li ser balafirxaneya bajarê Silêmanî radikin û wiha pê de çû: "Qedexeya geştên asmanî ya Silêmaniyê dê di 25ê Çileyê de bê rakirin. Di navbera Stenbol-Silêmaniyeyê de heftane dê 7 geştên asmanî bên kirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin