Qedexeya çûnûhatinê li tevahîya Herêma Kurdistanê hat ragihandin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo rêgirîkirina li belavbûna vîrusa Koronaya nû COVID-19, qedexeya çûnûhatinê dirêj kir.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de çûnûhatina di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê, herdu îdareyên serbixwe Raperîn û Germîyanê û hemû bajarokan de qedexe kir. Qedexe jî ji demjimêr 12:00 şeva 31 Gulanê heta roja 6ê Hezîranê demjimêr 12:00 şevê berdewam dike.

Herwiha qedexeya çûnûhatina bi otombîl û peyade bi tevahî di nava tevahîya parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareyên serbixwe Raperîn û Germîyan ji demjimêr 16:00 êvara 1ê Hezîranê û demjimêr 12:00 şeva 6ê Hezîranê hat ragihandin.

Dewama fermî li tevahîya dezgehên hikûmî di heyama qedexeyê de, hat ragirtin.

Li gor daxuyanîyê rê bi çûnûhatina otombîlên hêzên ewlehîyê, tîmên tenduristîyê û ambulans ku ewên di erkên xwe de ne. tê dayîn. Herwiha rê bi karmendên ragihandinê jî hatîye dayîn, bi merca ku piştgirîya îmzekirî ji dezgehên lê kar dikin bi wan re hebe.

Derkirina vê biryara qedexeya çûnûhatinê piştî wê yekê te, duhî 102 kes li parêzgeha Silêmanîyê bi vîrusa Koronayê ketibûn.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da