Qaymeqamê Şingalê: Heşda Şeibî li Şingalê nimayîşa serbazî kir

.

Qaymeqamê Şingalê dibêje, Heşda Şeibî hêzên xwe li Şingalê zêde kiriye û niyamîşa serbazî dike.

Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, Heşda Şeibî îro li Şingalê niyamîşa serbazî kir û bi otomobîlan hêzên xwe li nav bajêr de gerrandin.

Mehma Xelîl her wiha got, li gorî rêkeftina Şingalê lazim bû Heşda Şeibî û PKK ji Şingalê derkevin lê berovajî, hêzên xwe zêde kirine. Ev jî nîşan dide ku naxwazin û nahêlin rêkeftin bicîh were.

Meha Cotmeha par, hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser rewşa Şingalê rêkeftinek îmze kirin. Li gorî wê rêkeftinê, lazim bû tevahiya hêzên çekdar ji Şingalê derkevin. Lê heta niha ti pêngavek di wî warî de nehatiye avêtin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye