Qaymeqamê Şêxanê: 11 gund ji ber şerê PKKê û bombebaranên Tirkiyê hatin vala kirin

.

Qaymeqamê qeza Şêxanê diyar kir di encama şerê PKKê û bombebaranên balefirên Tirkiyê de 11 gund li sînorê Şêxanê hatin vala kirin. Naha jî ji ber şer metirsî li ser jiyana hemwelatiyan heye.

Qaymeqamê qeza Şêxanê Serdar Yehya ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 11 gundên qeza Şêxanê hatine vala kirin. Hemwelatî nikarin qesda ser gundên xwe bikin. Ew 11 gund ji ber şerê PKKê û Tirkiyê bê par mane ji projeyên xizmetguzariyê. Naha jî balefirên Tirkiyê berdewam hin gundên devera Şêxanê bombebaran dikin. Em daxwazê ji xelkê xwe dikin qesda wan gundan nekin ku metirsî li ser heye.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Hebûna PKKê metirsî li ser deverê çêkiriye. Naha balefirên Tirkiyê berdewam gundên devera Şêxanê bombebaran dikin. Em hêvîdarin hemwelatî xwe ji bombebaranên Tirkiyê û şerê PKKê xwe biparêzin û xwe nêzîkî wan cîha nekin ku PKK lê heye.’’


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin