Qasim Şeşo: Heta PKKû grubên ser bi wê li Şingalê hebin ewlehî çênabe

.

 Fermandarê fermandariya Şingalê yê hêzên Pêşmerge diyar kir ji ber PKKê û grubên ser bi wê ve ewlehî li Şingalê ava nabe û heta ew nav Şingalê bin ewlehî jî çênabe.

Fermandarê fermandariya Şingalê yê hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa Şingalê xirabe. Hemû çekdar nav Şingalê de ne. Heta PKK û hêz û grubên ser bi PKKê nav Şingalê de ewlehî çênabe. Naha rewşa Şingalê pir xirabe, lewra jî xelk nikare vegere. Heta Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerê Iraqê li gel hev neyên nav Şingalê ewlehî jî çênabe. ‘’

Herwaha got: ‘’Hêz û grubên çekdar û nerewa nav Şingalê de zêde bûne û ev yek bûye eger ewlehî çênebe. Ew hêz û grubên nerewa nahêlin ewlehî çêbe.’’

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye