Qamişlo – Şer berdewam e û 5 çekdarên rejîma Sûriyê hatin kuştin 

.

 Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, şerê navbera asayîşa ser bi PYDê û milîsên ser bi rejîma Sûriyê berdewam e.

Şerê duh 20.04.2021ê êvari li rawestgehekî asayîşa PYDê ya li çarêya Wehde li taxa Tey a bajarê Qamişlo derket îro jî berdewame û li gor zanyariyan di wî şerî de 5 çekdarên milîsên Berevaniya Niştimaniya ser bi rejîma Sûriyê hatine kuştin û 8 çekdarên wan jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan şer piştî girtina hejmarek çekdarên milîsên Berevaniya Niştimaniya ser bi rejîma Sûriyê ya ji aliyê asayîşa PYDê ve destpê kiriye û heta îro 21.04.2021êbi awayekî bê navbera berdewam dike.

Ji aliyê din ve asayîşa PYDê jî ragehand, şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Asayîşa PYDê bi beyanameyekî ragehand: ‘’Çekdarên ser bi rejîma Sûriyê hewla têkdana aramiya Qamişlo didin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye