QAMIŞLO/ Li dijî kuştina jinan xwepêşandan

Rêxistinên parastina mafên jinan îro li Qamişlo li dijî bûyerên wê dawiyê yên kuştinan jinan xwepêşan kirin.

Di meha derbasbûyî de li bajarê Qamişlo 3 jin di bûyerên cuda cuda de bi hinceta paarastina namûsê hatine kuştin.

Îro li bajarê Qamişlo hejmarek ji rêxistinên parastina mafên jinan daketin cadeyan û xwepêşandanek kirin.

Xwepêşanderan bûyerên wê dawiyê yên kuştina jinan li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê û kiryarên tundûtîjî yên li dijî jinan bi giştî, şermezar kirin û sloganên piştgiriya mafên jinan bilind kirin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê