Qamişlo | Ji bo bilindkirina bihayê sotemeniyê bê betalkirin xwepêşandan hat lidarxistin

.

 Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber zêdekirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, şêniyên bajêr derketin qadan û ji bo vegerandina wê biryarê xwepêşandan li dar xistin.

Rêveberiya Xweser doh 17ê ûlanê bi biryarekê nirxê sotemeniyê bi bilind kir, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnê yên xelkê li bi xwe re anî  ku îro hejmarek welatî derketin qadan û nerazîbûna xwe nîşandan.

Xwepêşanderan berê xwe dan Şaredariya Qamişlo û daxwazin ji bo hilweşandina biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê were hilweşandin.

Xwepêşander dibêjin, heta Rêveberiya Xweser ji vê biryarê bi paş ve bikişîne ew dê xweşandanên xwe berdewam bikin.

Welatiyên Qamişlo didin zanîn ku rewşa wan a aborî gelekî xirab e û heger biryar neyê vekişandin wê gelek kes neçar bimînin koçber bibin.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin