PZKê bo koça dawî ya Mamoste Qedrî Yildirim peyameke serxweşiyê belav kir

.

Bi boneya koça dawî ya Mamoste Prof. Dr. Qedrî Yildirim, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî do peyamek serxweşiyê belav kir û da zanîn “Me bi xemgînî bihist ku Profesor Qedrî Yıldırım çûye ser dilovanîya xwe.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, peyameke serxweşiyê belav kir û ji bo malbat, şagirt û hezkiriyên wî sersaxî xwest û tê de dibêje:“Di vê xebatê de keda Mamoste Qedrî Yıldırım nayê jibîrkirin.”

Peyma Şerefxan Cizîrî wiha ye:

“Kedkarê Ziman Û Zanista Kurdî.

Min bi xemgînî bihist ku Profesor Qedrî Yıldırım çûye ser dilovanîya xwe. Rehma Xwedê lê be. Bila serê malbat, şagirt û hezkiriyê wîna sax bin.

Mamoste Qedrî li Zanîngeha Mêrdînê, xebatên giranbuha ji bona ziman û zanista Kurdî kirine. Yên ku wîna ji nêzîk de nas dikin, dizanin ku mamoste Qedrî mirovekî nefsbiçûk, xebatkar û Kurdperwer bû. Demekê ez û mamoste Qedrî li Zanîngeha Mêrdinê bi hevdû re jî xebitin. Min cara pêşî ew li vir nas kir. Di dema mamoste Qedrî de gelek lêkolînên hêja li Zanîngehê hatîn kirin. Gelek mamosteyên zimanê Kurdî di dema mamoste Qedrî de bawernameyên xwe wergirtin. Zanîngeha Mêrdinê ,di demeke kurt de, bi alîkariya gelek mirovên jêhatî, di beşa ziman û çanda Kurdî de bibû xwediyê prestîjeke xûyayî. Di vê xebatê de keda mamoste Qedrî Yıldırım nayê jibîrkirin.

Ma bav û kalên me negotine; mirov diçe nav dimîne!”

Zimanzan, dîroknas û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim ,di 23 Adarê de ji ber xwînrijiya ser mêjî, li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û ew kiribûn bin çavdêriya hûr û îro ber êvarî koça dawî kir.”
 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan