PYD Kawa Abdulrehman Apo bir leşkeriya xwe ya neçar

Di 45 rojên dawî de, hêzên bi ser PYD ve bêhtir ji 400 ciwanên kurd girtine jibo ku wan bibin leşkeriya neçar

 

Hêzên bi ser PYD ve duh li Efrînê bi ser mala Abdulrehman Apo, endamê komîteya navendî ya PDK-S de girtin û kurê wî yê mezin Kawa destgîr kirin û birin leşkeriya xwe ya neçar.

Ev bûyer tenê rojekê rûda piştî ku "desthilatên" rêveberiya xweser li "Kantona Efînê" destûr dan hevjîna Apo ku serdana wî li "Girtingeha Reş" ku dikeve nêzîkî gundê Maratê bike.

Abulrehman Apo ji 4.3.2016 di zindanên PYD de ye bi tawana ku "agahdariyên ne rast li ser rêveberiya xweser balav dike"

Li gor çalakvanên mafên mirovan li Kurdistana Rojava, tenê di 45 rojên dawî de, hêzên bi ser PYD ve bêhtir ji 400 ciwanên kurd girtine jibo ku wan bibin leşkeriya neçar.

Li gor heman çavkaniyan, di nav girtiyan de, hijmarek mezin zarok hene.

(E.B)

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin