PYD ji zeviyên gundiyan "komînên demokrat" ava dike

PYD ji zeviyên gundiyan "komînên demokrat" ava dike

 

Îro(13.06,206) li gundê Eleqewsê yê herêma Aliyan ku girêdayî bajarê Derika Hemko ye, asayişa bi ser PYD ve, her yek ji Ferhan Mer'ê, endamê komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd (Yekîtî), û nivîskar Dilgeş Mer'ê girtin.

Li gor Rizgar Mer'ê, pismamê girtiyan, ev herdû keseyatiyên navdar ên herêma Aliyan hatin girtin, jibo ku wan dijeyatiya xwe diyar kirine beramber biriyara "xweseriya demokrat" ku destê xwe dane li ser beşekê ji zeviyên gundên (Eleqewsê, Dêrûna Axê, Gundikê Şelal, Mûsa Gewrê, Nebî Sadî, Bekir Oxlî û Gundê Abasa) bi mebesta avakirina "Komînên demokrat".

Di dumahiya sala 2015 an de, "rêveberiya xweser" a bi ser PYD ve, biriyara destdanînê li ser samanên (milkên) wan kesên ku welat bicih hiştine ango koçber bûne derxist. Lê ev biriyar tenê li  ser kurdan tê cîbibîkirin, û ereb û kirîstiyanan bi xwe ve nagire.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin