PWKyê li Wanê Di Derbarê Peymana Lozanê De Semînerek Li Dar Xist

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 24.07.2026ê, bi minasebeta 103yemîn salvegera Peymana Lozanê, li Teşkîlata Wanê ya PWKyê semînerek li dar xist.

Serokê Teşkîlata Wanê ya PWKyê Husametîn Acar, moderatorîya semînerê birêvebir.

Lêkolîner û nivîskarê kurd Kerem Serhedî, Lêkolîner û nivîskarê kurd Zîya Avci û Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay wek axaftvan beşdarî semînerê bûn.

Di destpêka semînerê de Husametîn Acar bi xêrhatina eşdaran kir û ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Husametîn Acar bi kurtayî behsa armanca vê semînerê kir û mafê axaftinê da lêkolîner û nivîskarê kurd Kerem Serhedî. Kerem Serhedî, bi hinek belgeyan behsa hûrgulîyên Peymana Lozanê kir.

Piştî axaftina Kerem Serhedî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê naveroka wê ya dîrokî, sîyasî behsa Peymana Lozanê kir. M. Can Azbay, tesîra Peymana Lozanê ya di perçe kirina Kurdistanê, texrîb kirina hişmendîya neteweyî, êrîş û qetlîamên li ser miletê Kurd û asîmîlasyona zimanê kurdî de agahdarîyên berfireh da.

Herweha M. Can Azbay bal kişand ser hewlên “Lozaneke nû” û girîngîya helwest girtina li ser hişmendî û prensîbên neteweyî, kurdistanî û girîngîya yekrêzî, tifaq û hevkarîyên kurdistanî yên li her perçeyekî Kurdistanê anî zimên.

Lêkolîner û nivîskarê kurd Zîya Avci jî di derbarê Peymana Lozanê de agahdarî da û nirxandinek berfireh kir.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Rifat Sefali jî di derbarê Peymana Lozanê de bîr û rayên xwe anîn zimên.

Semîner di atmosfereke berhemdar de bidawî hat.

Li gel endamên PWKyê, Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayîp Kizilyildiz û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn.

24.07.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


Kurdistan Haberleri

PWK: Divê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye bê telafî bikin
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkîyeyê Lêpirsîna Pêşîn a Hesabê Darayî ya PWKyê Pejirand
Pakistanê ji bo navbeynkariyê ji Amerîkayê 10 milyar dolar xwestin
Vê mehê 56 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketin
Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleyê kir: 6 Pêşmerge birîndar in