PWK û PSKyê li Îzmîrê, li ser pêşhateyên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê semînerek li dar xistin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) roja 25.01.2026ê li Îzmîrê, li Hola Dengê  li ser pêşhateyên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê semînerek li dar xistin.

Civîn bi kurte axaftina rêvebirê PSKyê Bedir Çinar û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Paşê endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Sîrac Kaya, di derbarê pêşhateyên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de bîr û rayên partîya xwe anî zimên.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker jî di derbarê Komara Kurdistanê ya ku di 22yê Çileya Paşîna 1946ê de li Rojhilatê Kurdistanê hate îlan kirin de semînerek da.

Li gel endamên PWK û PSKyê rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd beşdarî semînerê bûn. 

Beşdarên semînerê jî bîr û rayên xwe anîn zimên, pirsên xwe kirin.Nevzat Teker û  Mehmet Sîrac Kaya jî bersîva pirsan dan.

Civîn bi awayekî berhemdar bidawî hat.

25.01.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Metirsiya bidarvekirinê li ser Herî kêm 20 girtiyên din ên meha Befranbarê heye
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 90 karton derman pêşkêşî Tenduristiya Hesekê kir
Pişka Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Îlamê tê vekirin
Rejîma Îranê zozanên Rojhilatê Kurdistanê bombbaran kir
Ji bo Kaniya Şêx Seîd tabela hatin danîn