PWK: Ji bo bibîranîna jenosîda Helebçeyê em deqîqeyekê rêzê bigrin

.

Ji bo şermezar kirina jenosîda Helebçeyê û bibîranîna 5000 şehîdên Helebçeyê yên ku ji alîyê rejîma Seddam Huseyînî ve hatin qetil kirin, li Başûrê Kurdistanê, di roja 16ê Adarê, bi saeta Hewlêrê di saet 11.00an de, gelê me li cîhên ku lê ne, radiwestin, rêzê digrin.

Em jî wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bangî kurd û kurdistanîyên her çar perçeyên Kurdistanê û li her cîhekî cîhanê ne dikin, da ku em roja 16ê Adarê bi saeta Hewlerê di saet 11.00an de, li cîhên ku em lê ne, ji bo bibîranîna 5000 hezar şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê, em deqîqeyekê rawestin, rêzê bigrin.

15.03.2024

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrat yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir
Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne