PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyekê çêr û heqaretên ku di pêşbirka futbolê de li dijî siyasetmedara kurd Leyla Zana hatine kirin, bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya PWKê wiha ye:

Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikîn.

Di pêşbirka futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên futbolê li hemberî siyasetmedara kurd Leyla Zana xanimê "dirûşmên" tije çêr û heqaret berz kirine.

Çêr û heqaretên ku li dijî Birêz Leyla Zanayê hatine kirin, êrîşeke li dijî miletê Kurd û jinên Kurd e, li dijî exlaq û pîvanên mafên mirovan e.

Ev çêr û keqaretên kul i sîyasetmedara kurd leyla zana xanimê hatine kirin, berhem û nişana hişmendîya nîjadperest e, hişmendîya dijminatîya Kurdan e.

Em çêr û heqaretên li hemberî rêzdar Leyla Zana xanimê tawanbar dikin.

Em bang li rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dikin ku bi hesasî nêzîkî vê mijarê bibin, helwestê deynin û demildest tiştên pêwîstin pêk bînin.

Buroya Ragehandinyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Lêkolîna li ser mirina Xezalê bi dawî bû: 5 kes hatin tometbarkirin
Li Rojavayê Kurdistanê çarenivîsa bi sedan kesan ne diyar e
Li Kobaniyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên nû tên avêtin
Supasalarê Heşda Şeibî red dike ku çekan radestî dewletê bike
PDK-Î: Bi dronan êrişî baregehên me hat kirin