Putinî gef li Ewropayê xwar

Serokê Rûsyayê Vladimir Putinî got, piştî biryara vekişîna ji rêkeftina nukleerî ya Trumpî, ew ê naçar bin li welatên Ewropî bixin ku çekên nukleerî yên Emerîkayê dihewînin.

Piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Îtalyayê Giussepe Conte, Putinî got ew dixwaze li ser planên vekişîna Emerîkayê ji rêkeftina nukleerî bi Trumpî re gotûbêj bike.

Putinî diyar kir heke Emerîka vê biryarê bide ew jî bi heman şêweyî bersivê bidin û vê yekê bi lezûbez bikin û got:

"Pirs ev e wê çi bikin bi van moşekên nukleerî. Heke bişînin Ewropayê em ê mecbûr bimînin bersivê bidin, heke welatên Ewropî qebûl bikin wan moşekan li welatên xwe bicih bikin, ew ê welatên xwe bidin ber rîskeke mezin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin