Pûtîn wê were Enqerayê

Pûtîn di 3ê Nîsanê de wê beşdarî civîna 7em a UDIK a Rûsya-Tirkiyeyê bibe. Di 4ê Nîsanê de li Enqereyê wê bi Tirkiye û Îranê re di civîna mijara guftokirina Sûriyeyê de li hev bicivin.

Navenda Çapemeniya Serokomariya Tirkiyeyê bernameya serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn eşkere kir ku civîna UDIK a di navbera Tirkiye-Rûsyayê de ku bi hevserokatiya Recep Tayyip Erdoğan û Vladimir Pûtîn û beşdariya wezîrên têkildar ve di 3ê Nîsanê de wê bê li Enqereyê wê bê lidarxistin.

Di civîna UDIKê de têkiliyên di navbera herdu dewletan Tirkiye-Rûsyayê bi her awayî wê bên nirxandin, ji aliyê din ve mijarên heremê û navdeletî jî wê di civînê de bên axaftin. Herwiha di çarçoveya serdanê de di heman rojê de Pûtîn wê beşdarî temelavêtina Santrala Akkuyu ya Nukleerê bibe.

Civîna bi mijara Sûriyeyê jî di 4ê Nîsanê roja Çarşemê wê di navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen el Rûhanî de bê lidarxistin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin