Pûtîn: Rewşa li dinyayê cihê nîgeraniyê ye

Piştî tweetên Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ên derbarê Sûriyeyê de, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn axivî û diyar kir ku, "Rewşa li dinyayê cihê nîgeraniyê ye, em hêvî dikin ku aqilê selîm biserkeve."

Pûtîn di serdana balyozên nû de qala dîplomasiya rûsî kir û ragihand ku rewşa dinyayê ku ber bi kaosê ve diçe, cihê nîgeraniyê ye û em hêvî dikin ku aqlê selîm biserkeve.

Serokê rûsî destnîşan kir ku Rûsya têkiliyên erenî bi hevalbendên xwe re datîne û got: "Helwesta ji bo zexmbûna ewlehiya herêmî û kurewî ya Rûsyayê dê bi biryar dewam bike."

Serokê Dewleta Rûsyayê destnîşan kir ku, "Hevkariya di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî, bandorekî erenî li ewlehiya Rojhilata Nanîv dike"

Pûtîn, "Rûsya ji bo piştgiriya hewldanên welatên din ên erenî amadeye" û ragihand ku plan dikin ku rewşa li Nîvgirava Koreyê binirxînin di meha Hezîranê de bi Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in re hevdîtin pêk bîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin