Pûtîn: ‘Me derziya duyem a koronayê pesend kir’

Serok Rûsyayê Vladimîr Putîn, piştî ragihandina pêşxistina derziya vîrusa koronayê ya bi navê SputnikV pesendkirina derziyeke din a koronayê bi navê EpiVakKrona ragihand.

Pûtîn ragihand ku derziya duyem a rûsî bo koronayê ku ji aliyê Navenda Vîrusolojî û Biyoteknîka Zanistî ve hatiye pêşxistin, bi navê EpiVokKorona hatiye pesendkirin.

Serokê Rûsya di civîneke zindî di televizyonan de da xuyakirin, derziya bo pêşîgirtina nexweşiya vîrusa koronayê ya duyem hatiye pesendkirin û ya sêyem jî di rê de ye.

Pûtîn gotiye, ew dixwazin bi navendên derve yên dermanan re pêwendiyê bikin û pêşî ji bo Rûsyayê hilberîna wan derziya bikin.

Pûtîn herwiha dema civînê gotiye, Golikova û Seroka Rospotrenbadzorê Anna Popova jî derziya EpiVakKorona wekî xwebexş li xwe xistine û ti bandoreke neyînî li ser wan çênebûye.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye