Putin: Em ê li Afxanistanê nekevin şerê çekdarî

.

Serokê Rûsyayê Valdimir Putin di kûrûltaya partiya xwe de axifî û got ku ew pêşdeçûnên li Afxanistanê dişopînin lê wê nekevin nav şerekî li Afxanistanê. Putin weha got:

“Hun dizanin îro li Afxanistanê rewşekî çiqas zor û bi endîşe derketiye ortê. Em rewşê dişopînin. Em bi hevkarên xwe yên Peymana Rêxistina Hevpar ya Ewlehiyê re danûsitendinan dikin. Em ê destê xwe nexin nav karê Afxanistanê. Em ê artêşa xwe nexin nav şerê ku herkes li hemberê herkesiye.

Rêxistinên terorê bo terorê zêde bikin, wê ji kaosa ku welatên Rojavayî li pey xwe hiştine îstîfade bikin. Ev bo Rûsya û hevkarên me rasterast tehdîde. Ev tê vateya zêdebûna karê maddeyên hişbir û zêdebûna koçê.”

Putin her weha ji hukumeta Rûsyayê, ji artêşê û wezareta karên derve xwest, ji bo ewlehiya hemwelatiyan li ciyê girîng xebatên xwe zêdetir bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye