Putin: Êdî peymana Mînskê tine

.

 Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî bi awayekî fermî li Herêma Donbasê rêvebiriyên Donetsk û Luhansk ê naskir, ji temamê dinyayê re rest kişand ku got:

“Peymana aştiyê ya Mînskê êdî tine. Em li hemberin ku Ûkrayna tevlî NATO yê bibe. Ji bo me tehdîd e. Min gelek cara behsa vêya kir. Li payîtextên rojhilat gelek kes behsa vêya dikin. Di vê mijarê de çareseriya herî baş ku hemkarên me yên rojava bi rêvebiriya Kîevê re biaxifin û nehêlin bibe endamê NATO yê.

Di mijara ku divê em çi bikin de, li gor fikra me; mijar di wexteka dirêj de çareser dibe, pêngavên leşkerî ku tên avêtin, bicîh tên. Pêvajoya li Kirim û Sêwastopolê jî heye. Hinek dirûvên wan lihev dixe. Divê bi çekan zorê nedin mirovên wê derê. Qebûlkirina biryaran bi referandûm û demokrasiyê dibe. Di pêvajoya ku Ûkrayna bikeve NATO yê, mijarên li serê hatine axaftin ev in. Li gor hemkarên me; tişta herî girîng wê NATO çawa firehtir bibe. Êdî peymana Mînskê tine. Me Donetsk û Luganskê naskir.

Ji dewra Sowyetê de hêza Ûkraynayê ya nukleerî heye. Sektor xwurte. Bi hêsanî dikarin sîlihên nukleerî zêde bikin. Ne tenê Ûkranyûmê bipêş dixin. Ev mijara techîzatê ye. Dikarin sîlihên nukleerî li Ûkraynayê bipêş bixin. Fuzeyên berê yên Sowyetê dikarin bigihên hedefên xwe. Ji bo sektora Ûkraynayê, çêkirina sîlihan hêsane. Ev tê vateya tehdîda stratejîk. Divê em hezra vêya bikin.

Min hêj negotiye ez ê hêzên xwe bixim nav her dû komaran. Gelek hêsane ku mirov senaryoyan bibîne. Van pirsgirêkan bi zorê çareser dibin an na, divê mirov weha bêje: Hêzên ku başin, divê bê parastin nebin.”

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da