Pûtîn bang li Ermenistan û Azerbaycanê dike!

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir û xwest şerî rawestînin. Her wiha wezîrên derve yên herdu welatan vexwend Moskowê.

Qesra Kremlînê ya Serokatiya Rûsya daxûyanî belav kir. Hat diyar kirin ku Pûtînî roja Pêncşemê bi riya telefonê li gel Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Peşinyan axaft .

Her wiha hat gotin, da ku danûstandina cinaze û hêsîran pêk were ango ji ber sedemên mirovahiyê, şer were rawestandin.

Ermenistan û Azerbaycanê ser Kerebaxa Çiyayî 27'ê Îlonê dest bi şerî kirin. Ji niviyê zêdetirî axa Qerebaxê ji aliyê dîrokî ve Kurdistan e. Serê sedsala 20'ê bi awayekî fermî li vir Herêma Kurdistanê hatibû damezirandin.

K24

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye