PSK, PÊLKURD , TEVGER, PDK-BAKUR, PAK: Em bi Birêz Bayram Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan.

.

5 partî û hereketên Kurdistanî yên wek PSK, PÊLKURD , TEVGER, PDK-BAKUR û PAK piştî ku Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK), Bayram Bozyel di operasyonekê de li Amedê hat desteserkirin, daxuyanîyeke hevbeş dan û daxwaza “demildest berdana” Bozyel kirin.

Daxuyanîya 5 partî û hereketên Kurdistanî wiha ye:

Em bi Birêz Bayram Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê-PSKyê , nivîskar û siyasetmedarê kurd Birêz Bayram Bozyel, îro(08.11.2021) serê sibê li Amedê , li mala xwe, ji aliyên polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatiye desteserkirin.

Em desteserkirina Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê-PSKyê birêz Bayram Bozyel şermezar dikin, em bi Birêz Bayram Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan. berdan.

08.11.2021

PSK, PÊLKURD, TEVGER , PDK-BAKUR, PAK

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye