PSK: Nijadperestan êrîşî teşkîlata me ya li Manîsayê kir!

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK, ragihand ku di berbanga îro ya 25ê Cotmehê de, komeke nijasperestên tirk ketiya avahiya teşkîlata wan û dirûşmên faşîst û şoven li dijî wan avêtine.

Di belavoka ji aliyê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin: 

"Şaxa Manîsayê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dinê kete ber êrîşa nijadperest, faşîst û şovenan.

Şaxa Manîsa a PSK berê jî gelek caran ketibû ber êrîş û gefxwarina nijadperestên Tirk.

Berbanga 25ê Cotmeha sala 2018an, çend kes deriyê derve yê avahiyê, ku şaxa partiya me jî tê de ye, şikandine û dijî partiya me diruşm avêtine, xeberên xirap gotine.

Êrîşkar negihiştine qata ku şaxa partiya me tê de ye û ji wan 2 kes (M.C.A û F.C.O) ji aliyê polêsan ve hatine girtin.

Êrîşa hanê tenê tawana zirargihandin li mal nîne, her wiha tawanekê mirovî ye, tawaneka kîn û nefret e bo beşekê civakê.

Êrîşa hanê her wiha dijminkariya nijadperest û faşîstên Tirk di derheqê Kurd û rêxistinên kurd û siyasetmedarên Kurd de nişan dide.

Êrîşa hanê nişan dide, ku, eger pêşiya êrîşên bi vî rengî neyê girtin û desthilatdarên Tirkiyê bona vê armancê tevdîr nestînin, rê li ber êrîşên mezîntir û xeternaktir xweş dibe.

Em êrîşa bo ser Şaxa Manîsa a Partiya me bi tundî mahkum dikin.

Divê hikumeta AK Partî bona, ku rê li pêşiya êrîşên hanê bigire, tevdîrên pêwîst ên îdarî û ewlehiyê bistine.

Divê êrîş li ser rêxistin û siyasetmedar û kesên Kurd wekî tawana mirovî bê hesibandin.

Em banga hêzên welatparêz, şoreşger, demokrat û aşitîxwaz dikin, ku dengê xwe dijî êrîşa hanê bilind bikin, piştgirê saxa Manîsa a PSK bin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin