PSK: Kayyim pêpeskirina vîna gel e

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK) li ser tayinkirina kayyuman daxûyanî belav kir.

Wezareta Hundurî ya Tirkiyê lî ciyên Şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê kayim destnişan kir.
Ev kare hanê pêpes kirina vîna dengderên Kurdan e, ku dengê xwe dabûne wan.
Çu bingehê huquqî ji bona destnişan kirina kayyiman nîne û tayin kirina kayyima berdewamiya siyaseta zilm û zordarî li ser gelê Kurd e, ku di van demên dawî roj bi roj pirtir dibe.

Destnişan kirina kayyim pêşî lê girtina eşkere bûna gendeliyên kayyimên berê ne.
Bi destnişan kirina kayyimên va AKP dixwaze tola xwe ji gelê Kurd, ku bi dengên xwe bibûn sedema serneketina AKP di hilijartina şaredariyê li bajaren mezin wekî İstanbul, Ankara, Antalya veke.

Balkêş e, di demekê da, ku dewleta Tirk ji bona erîş kirina Kurdistana Rojava xwe amade dike, kayyim têne destnişan kirinê.
Tayin kirina kayyiman qehimtir kirina astengan e, ku li peşiya xebata legal û siyasiya Kurd hatiye danin. Her usa armanca destnişan kirina kayyiman peşî lê girtina dengên îtîrazê ye.

Em bi tundî tayin kirina kayyiman mehkum dikin û daxwaz dikin, ku her çi zûtir şaredariyên meşru vegerine ser postên xwe.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), daxwaz ji hêzên aşitîxwaz, demokrat û hestyarên Tirkiyê dike, ku dengê xwe bilind bikin.
PSK daxwaz ji partiyen Kurdistana Bakurê dike, ku bona parastina meydana xebata legal û demokratîk, bona hilgirtina astengên li peşiya xebata hanê, destê xwe bidine hevudu.

PSK daxwaz dike, ku li dijî tayin kirina kayyiman bertekên demokratîk û meşru bêne nişan dan û zirufê hestyar a navçeyê li ber çavan be.
PSK piştgiriya xebata huquqî a şaredarên meşru, ku ciye wan kayyim hatine destnişan kirin, dike.

19 Tebax 2019

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir