Propagandaya referandûma başûr dest pê kir

îro 05-09-2017 proseya propagandaya ji bo referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Li Başûrê Kuridstanê proseya propagandaya referandûmê ji bo serrxwebûnê dest pê kir û dê 18 rojan berdewam bike.

Li gorî dema ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kuridstanê ve hatiye destnîşankirin, îro 05-09-2017, proseya bangaşe anku propagandaya ji bo referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Ev prose dê heta 22ê îlona 2017ê, yanî 18 rojan berdewam bike.

Ji îro û pêve, dê partî û aliyên siyasî û herwiha hemwelatî bikarin ji bo giştpirsiyê propagandayan bikin. Heta niha 9 qeware û rêxistinan ji bo çavdêrîkirina proseyê navên xwe tomar kirin.

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, nêzîkî 5 milyon û 500 hezar kes xwedan mafê dendanê ne. Ji bo dengdanê jî li seranserê Başûrê Kurdistanê 46 hezar sindoq hatine amadekirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin