Pratika Gandhi

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Wek tê zanîn Dewleta Hindistanê di 15yê tebaxa 1947an da giha serxwebûna xwe. Berîya serxwebûnê Hindistan di bin bandora ingilizan (Britanya Mezin) da bû. Li dijî kolonyalizma Britanya Mezin têkoşîna Mahatma Gandhi (Mohandas Karamchand Gandhi, 02.10. 1869- 30.01.1948) gelek balkêş e. Gandhi, li dinyayê bi meşa xwe ya bi navê ”Meşa xwey” tê naskirin ku dirêjîya wê 400 km. bûye. Ez dixwazim li vir hin prensîbên Gandhi dîyar bikim. 

Gandhi; ” Divê em bacê (vergu) nedin ingilizan. Divê em leşkerîyê ji ingilizan ra nekin. Divê em kincên ku li karxaneyên (febriqeyên) ingilizan çêdibin li xwe nekin. Divê em nerin dibistanên ingilizan. Divê em zimanê ingilizan bikar neynin. Divê em xweya ingilizan bikar neynin û wd…” digot. (54) 

Di çarçoveya van dîtinan da Meşa Gandhî ya dirêj ya xwey, pir bi nav û deng e û bûye malê dîrokê.  Gandhî, jibo ku gelên Hindistanê xweya ingilizan nestînin; ji başur ta bakur seranserê Hindistanê bi  meşê gerîya. Dîrok, têkoşîn û berxwedana Gandhî rûspî nîşan dide û kirinên ingilizan rûreş dike. Lê Gandhî, li ser pirsa (şola) nasnameya neteweyê xwe  baş zelal bû û dizanibû her mesaj û sloganên xwe jibo çi davêje holê û çawa diparêze. Belam Gandhî, hîsê welatparêzîyê baş dihesiband û jibo hişyarbûna  hindîyan çi ji destê wî dihat dikir û di wê rê da bi serket. 

78 sal berê Hindistan gihaye rizgarîya xwe. Lê hê jî fikr û hewildanên Gandhî ji gelek alîyan ve tên gengeşekirin û teqdîrkirin. Ji dualî ve mirov dikare li ser wan hewildanan raweste. Nuqteya ewil; Gandhî bi hewildana xwe ya li dijê tundutûjîyê (şiddetê) xiste jîyanê ku ew, hewildaneka bêîtîatîyê ya sivîl e. Jibo Hindistanê hêzên dagirkerên Britanî, bi karanîna metodên şîddetê ango bi tabîreka dî metoda zorê têxistin jîyanê, her wek hemî dagirkerên cîhanê. Ev bi awayek, qanûna tabîetê ye.  

Dema hêzeka bîyanî here herêmek têxe bin kontrola xwe; ew di serî da hêza xwe ya çekdar bikar tîne. Ev hewildan jî hema bêje her car û li her derê dinyayê bi kuştin û wêrankirina wê herêmê encam daye. Ji ber ku civatên herêmî bi riza dilê xwe erdê (xaka) xwe teslîmî bîyanîyan nekirine. Ev jî bi xwe ra şer û pevçûn, kuştin û qetlîaman anîye. Digel vê rastîya tal jî Gandî, şîddetê red kirîye û li ser xeteka humanist alaya têkoşînê bilind kirîye, lê di wan prensîbên xwe da tu car stûxwarî nîşan neda ye. Loma dijminên wî yên dagirker bixwe mecbûr mane ku ji fikir û hewildanên Gandhî ra hurmetê nîşan bidin. 

 

Şerê du nasnameyan û şola em û ew! 

Gandhî, bi hewildanên xwe, nasnameya hindîtîyê wek bingeh girtîye destê xwe û heta dawîyê wê xistîye pratika jîyanê. Wek dîrok şahid e û em jî pê dizanin; dema hêzek an dewleteka dagirker, herêmek an welateka dî dixe bin kontrola xwe, ewil ew li herêmên dagirkirî ji xwe ra xulaman peyda dikin. Bi rîya walî ango berpirsên xwe yên navendî, îdareya wan deran bi rêve dibin. Zimanê xwe di herêma nû da dikin wek zimanê serdest ango resmî. Bi rîya dibistanên xwe, civata wê herêmê di çarçoveya dagirkerîya xwe da   perwerde dikin. Prensîbên komkirina bacê jibo gelên wan herêman dixin jîyanê. Şola eskerîyê bi wî gelî didin qebûlkirinê ku di demên dîyarkirî da xortên wê civatê bibin esker û di qişleyên xwe da wan bo eskerîyê perwerde bikin. Jibo karanîna van hemî xebatan ango avakirina dûzena xwe ya dagirkirinê; di serî da hêzên çekdar wek esker ango li gora rewşê polês, her daîm di nobetê da ne. Li gora pêwistîyê û birêvebirina kar u barên sistema xwe, hepisxane çêkirine, mahkeme ava kirine da ku yên ji dûzena sistema wan ra erê nebêjin û stûyê xwe xwar nekin; wan mehkeme bikin, ceza bidin wan û wan têxin zindanê. Gelek caran kesên ku stûxwarî nîşan nedane, hatine kuştin jî û hatine êşkencekirin jî. Werhasil, hêzên dagirker di qonaxeka dîrokê da wek kolonyalist hatine bi navkirin; wan herêmên dagirkirî wek kolonî bi rêvebirine. 

Aha, li vê derê, nuqteya duyemîn jibo fikir û hewildanên Gandhî divê baş werin nirxandin. Gandhî li hemberî nasnama dagirkerên britanî, nasnama hindîtîyê daye pêşîya xwe û gelê xwe û ji dagirkeran ra gotîye ku: ”Hûn jibo me ne meşrû ne, jibo me tenê hûn dagirkerên welatê me ne û em we li ser erdê xwe naxwazin. Loma em bacê nadin we, em zimanê we hîn nabin, em ji we ra leşkerîyê nakin û heta em kincên we jî li xwe nakin û xweya we jî naxwin. Divê hûn di zûtirîn wext da ji vir biteqizin herin; ji ber ku hûn ”ji newalê hatine” û hûn nikarin ”bibin xwdîyê malê” û wd…” Yanî bi gotina pêşîyên me; ”Ji newalê hatîye bûye xwedîyê malê.” ango; ”Hat ji newalê, bû xwedîyê malê.” Gandhî bersiva bîyanîyan daye.  Eger mirov şîar û slogana Ho Şî Mîn deyn bike; ew slogan jibo welatekî bindest û kolonî dibe stratejîya esasî ku ev slogan weha ye: ”JI serxwebûn û azadîyê birûmettir tiştek nîne!”

Gandhî, di politika xwe da hem realist bûye, hem rastgo bûye û di wê politikayê da xwedîyê îstîqrarê bûye. Bi gotineka dî ew dûrû nebûye. Yanî bi gotina navdewletî ew ne oportunist bûye. Ji ber ku ew baş dizanibûye ku di jîyanê da ji politika dûrûtîyê tiştek dernakeve û kêrî tu kesek jî nayê. Loma ew di politika xwe da xwedîyê îstîqrareke baş bûye û sadiqê gotina pêşîyên kurdan maye. Pêşîyên kurdan bîlasebeb negotine: ”Mirovê dûrû, nabe tu gû!”  

Gandhî, dema van fikrên xwe yên neteweyî û demokratik formile kirîye û xistîye dûzenek; ew menfeetên çîn û tebeqeyên cuda di rîya serxwebûna welatê xwe da raxistîye meydanê û loma têkoşîna xwe di nava wê çarçovayê da bi awayeke demokratik xistîye jîyanê. Loma têkoşîna gelên Hindistanê, di bin pêşevatîya Gandhî da li ser hîmê demokrasiyê hatîye çinandin û di wê rê da bi serketîye. Bi tabîreka dî, temsîldarên ji fikrên cuda ku serxwebûna Hindistanê xwestine, hemî hatine ba hev û di bin pêşevatîya Gandhî da têkoşîna xwe dane ku ev çarçove bi xwe ra demokrasîyê jî hunandîye û ava kirîye.