Pompeo, Tirkîyê jiber Piştgirîya bo Azerbaycanê Rexne Dike

Pompeo, Tirkîyê jiber Piştgirîya bo Azerbaycanê Rexne Dike

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, Tirkîye jiber piştgirîya bo Azerbaycanê ya li hember Ermenistanê rexne kir.

Pompeo li Atlanta, di radyoya WBS de de da zanîn ku ew hêvî dike ku Ermenistan di cengê de karibe dijî Azerbaycanê berevanîya xwe bike.

‘’Niha jî Tirk hene. Ketin navberê, hewcedarîyên Azerbaycanê dan wê û rîska heyî û hêza agirî ya şerê dîrokî yê li cîhê bi navê Nagorno - Qarabax zêde kirin.’’ Pompeo got.

Wî dîyar kir ku ew herwiha hêvîdar e ku Ermenistan û Azerbaycan agibestê ragihînin û kêşeyên xwe bi danûstandinê çareser bikin.

Amerîka, bi Rûsya û Fransa re di Koma Mînsk de ye ku ew kom di sala 1992’yan de bo çareserkirina kêşeya li Nagorno – Qarabax hatibû ava kirin.

Wê komê herî dawî di sala 2010’an de hewil dabû ku Ermenistan û Azerbaycan peymaneke aştîyê îmza bikin, lê ew bi ser neketibû.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye