Pompeo: Şerê li dijî terorîstan dê berdewam be

Wezîrê derve yê Amerîkayê ragehand, welatê wan birêvebirina hevpeymaniya navdewletî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li Sûriyê dê berdewam bike.

Doh 6ê Sibatê wezîrên derve yên 79 welatên hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê bi serpereştiya wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Washingtonê civiyan.

Mike Pompeo di rêveçûna civînê de ragehand, dê xwezaya şerê dijî DAIŞê de guhertin pêkbê û vekêşîna artêşa Amerîkayê li Sûriyê jî nayê wateya dawî bi anîna şerê dijî terorîstan.

Wezîrê derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir, ku welatê wan dê rêveberiya hevpeymaniya navdewletî berdewam bike, lê naha û pê de şerê leşkerî karê serekî nabe. Wek amajeyek bo destpê kirina qonaxa duyem a şerê dijî DAIŞê ragehand.

Li gor Mike Pompeo DAIŞ hîn jî hêvinê metirsiyê ye bo ser asayîşa cîhanê û giringiya bi dawî anîna wê rêxistina terorîst amaje pê kir.

Pompeo herwiha ragihand tevî biryara vekşandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, lê siyaseta wan li wî welatî nehatiye guhertin û armanca wan jî, jinavbirina DAÎŞê, dîtina çareyek siyasî ji krîza Sûriyê re, ligor biryarên Neteweyên Yekgirtî û derxistina Hêzên Îranî ji wî welatî ye.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin