Pompeo: Pêwîst e Îran dev ji têkdana aramiya herêmê berde

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku pêwîst e Îran dev ji têkdana aramiya herêmê berde.

Mike Pompeo di derbarê sizayên Amerîka yên li ser Îranê de axivî û li ser pirs peyamnerê beşa Farisî yê Kenala BBC Hadî Naylî ya, ‘Eger sizayên Amerîka yên li ser Îranê negihiştin armanca xwe, gelo bijardeyek din li pêşiya Amerîkayê heye?’ got, “Berjewendiya Îranê di wê yekê de ye ku dev ji têkdana aramiya herêmê berde.”

Pompeo di dewama axaftina xwe de got, “Eger Hikûmeta Îranê bixwaze nan ji welatiyên wê re hebe, hin biryar hene, divê ew biryar ji aliyê serkirdeyên Îranê ve bên stendin.”

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin