Pompeo: Heke Tirkiye êrîşî Kurdan bike dê bacê bide

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez dike, heger Tirkiye êrîşî ser Kurdan hevpeymanên Amerîka li Sûriyê bike, dê bacê bide.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di hevdîtinekê de ragihand, Serokê Amerîka Donald Trump nexşerêyek ji bo serederiya Tirkiye bi rewşa Sûriyê re daniye.

Pompeo aşkere kir jî: “Nexşerê bi temamî hatiye amadekirin ji bo piştî vekişîna Amerîka ji Sûriyê hevpeymanên me Kurd li Sûriyê parastî bin.

Amaje bi wê jî kir, “Gerentiya wê yekê jî hatiye kirin, ligel DAIŞ ber bi jinabirina yekcarî diçe, divê hevpeymanên me parastî bin û heger Tirkiye êrîş bike, dê baca êrîşê bide.”

Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje, Amerîka rijd e li rûbirûbûna DAIŞê û metirsiyên ewlehiyê, ne tenê li ser Washingtonê, belkû li ser hevpeymanên wan jî.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin