Pompeo got: Xaminey xwe wek rêberê misilmanan dide naskirin lê kiryarên ÇÎnê bo misilmanan piştguh dike

Wezîrê Derve yê Ameîrka Mike Pompeo li ser Twittera xwe nivîsiye: Rêberê Îranê Elî Xamineyî xwe bi rêberê Misilman dide naskirin, lê li ser binpêkirinên Çînê beramberî Misilmanan bêdengiyê hilbijartiye.

Di dirêjiya nivîsa xwe de, Mike Pompeo dibêje: Çîn mezintirîn kiryarên petrola Îranê ye û niha bi dehhezaran Misilman li Çînê hatine girtin, lê Îran ji ber berjewendiyên xwe yên aborî, bêdengiyê hilbijartiye.

Berî niha rojnameya New York Times a Amerîkî ragihandibû, rêvebiriya Trump hizra wê yekê dike, ku cezayên aborî li ser Çînê bisepîne, bi sedema ew zordariya ku li kemîneya Uygura Misilman dike.

Meha derbasbûyî, Netewên Yekgirtî ragihand ku, nêzîkî milyonek kes ji kemîneya Uygur li Çînê, bi darê zorê derbasî nav kampan tên kirin û tên eşkencedan.

Uygur beşek in ji êlên piştguhkirî li welatê Çînê û piraniya wan Misilmanên Sunnî ne, niha nêzîkî 10 milyon ji wan li welatê Çînê dijîn, berî niha jî, çendîn raporên cuda hatine belavkirin, ku Hikûmeta Çînî bi darê zorê xwestiye baweriya wan bi Islamê biguherîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin