Pompeo bi wezîrên Ermenistan û Azerbeycanê re hevdîtin kir

Pompeo bi wezîrên Ermenistan û Azerbeycanê re hevdîtin kir

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, her dû wezîrên karên derve yên Azerbeycanê Ceyhun Bayramov û Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan dawet kiribû bo Washingtonê da li ser mijara Qerebaxê biaxifin û ew hevdîtin îro pêkhat. Berdevka wezareta karên derve Morgan Oragus ragihand ku he dû wezîr ji hev cuda bi Pompeo re hevdîtin kirine. Ortagus weha got:

“Pompeo ji her dû aliyan xwestiye ku şer û êrîşên ser sîvîlan rawestînin. Divê her dû teref li gor Seneda Nîhaî ya Helsinkiyê hêz bikarneynin, di Çarçoveya yekîtiya axê û prensîbên wekheviyê de, di bin serpereştiya hevserokên Minskê de dest bi hevdîtinan bikin.”

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye