Polonyayê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir

.

Hikûmeta Polonyayê bi qasî 3.5 ton kelûpel û pêwîstiyên bijîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê kir.

Îro çarşemê di çarçoveya hewlên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo bidestxistina alîkariyên bo aware û penaberan û alîkariya bijîşkî ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, di merasîmekê de hikûmeta Polonyayê bi amadebûna Balyozê Polonya yê li Iraqê, Konsulê Giştî yê li Herêma Kurdistanê, nûnerên Fermangeha Pêwendiyên Derve û Wezareta Tendirustuyê, bi qasî 3.5 ton kelûpel û pêwîstiyên bijîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê kir.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ji ber alîkariyan spasiya hikûmeta Polonyayê kir û ragihand; piştevaniyên Konsulxaneya Giştî ya Polonyayê ya li Hewlêrê û Balyozxaneya li Bexdayê û Wezareta Derve ya Polonyayê bilind dinirxînin, bi taybetî jî di vê dema pêwîst de.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Polonyayê Ziyad Reûf jî ragihand; Hikûmeta Polonyayê û desthilatên xwecihî û saziyên xêrxwaziyê bi dehan karwanên alîkariyê bi barhilgir û balafirên taybet şandine ji bo aware û penaberên nişteciyên Herêma Kurdistanê.

Ziyad Reûf herwiha diyar kir; Nûnertiya Herêma Kurdistanê di hewldanên xwe ji bo berhevkirina pêwîstiyên herî nû û alîkariyên lojîstîk û mirovî de berdewam e.

Reûf eşkere kir ku ji bilî alîkariyên madî, Polonyayê li ser pêşniyar û hewldanên Nûnertiya Hikûmeta Herêmê, xelata navdewletî ya Sergio de Mello daye Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji ber çalakiyên wê yên di gihandina alîkariyên mirovî bo awareyan de.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin