Siddik Bozarslan
Xoşevîstê Berêz Mehmet Bayrak, di lêkolînên xwe da pêkanîna Politika Dewleta Turk li ser kurdan bi awayê hurgilî girtîye dest û li ser rawestîyaye. Li gora tespîtên wî bi politika te´dipê, qebûlkirina bindestîyê ye jibo kurdên ku bûne hedefa dewletê. Yanî ew kurd divê werin ser rîya zulumkarên xwe yên tirk. Politika tenkilê jî, hilweşandina hêzên berxwedanê ne ku bûne hedefa tunekirinê. Di hemî bûyerên qewimandinan da ew hêz bûne hedefên kuştinê. Pêkanîna politika taqtilê jî, kuştina hêzên hedefkirî kirîye amanc. Di politika tehcirê da jî, ew kitleya ku bûne hedef, ew ji ser erdên xwe tên koçberkirin jibo derên dûr. Di politika temsilê da jî asimilekirin, yanî bi gotineka dî kedîkirin dibe amanca sereke. Bi politika tenkilê ve hedef ew e ku yên ketine nava wê çerxa dewletê, bi heyîyên navenda kolonyalî dibin ”medenî” û politika tasfîyeyê jî, hebûna sîyasî û neteweyîya kurdan ji holê radike. Bi tabîreka dî politika dewletê li ser kurdan ew e ku bi tevayî serwerîya xwe ava bike, bidomîne û wek meşrû dibîne ku dike hafizeya dewletê. Van heft gotinên binê wan min çixêz kir; di arşîva dewletê da hatine bikaranîn û loma lêlolîneran jî bê hemdê xwe wan xebitandine ku ew gotin ne tirkîya xwerû ne û neslên nû jî maneya wan fam nakin.
Rejimên Ankarayê yên hov, hewqas hovîtîya xwe li dinyayê belav kirine ku li ser heyvê jî eger mafekî kurdan jibo ziman, kultûrê û wd. bi dest ketibe, tirkan acizî û protestoyên xwe raxistine meydanê. Wek mîsal, ji Misirê bigirin heta Amerikayê; ji Fransayê bigirin heta Almanyayê; ji Swede bigirin heta Danimarkayê; çi hewildanên kurdan çêbûne, dewleta tirk bi rîya sefîrên xwe acizîyên mezin nîşan dane. Bifikirin, dema li Stockholmê Serbajarê Swedê Hêlîna Kurdî jibo zarûkên kurd avabû, sefîrên tirk qîiametê rakir ku Berpirsîyarîya Bajarê Swedê neçar ma ku bi rîya Preskonferansê ji tirkan ra got: ”Ev der, paytextê Swedê ye, ne bajareke tirkan e.” Piştî wê bersiva Swedê, serfîrê tirk, dengê xwe birî. Li Misrê jibo acizîya Sefîrê Tirk li dijî weşana Radyoya Kurdî, Cemal Abdulnasir Serekê wê Dewletê , xwe neçar dibîne û dibêje: ”Soz, dema Tirkîyê hebûna kurdan bi resmî qebûl kir, em dê weşana radyoyê bigirin. Lê nuha bi vê weşanê em Tirkîyê parçe nakin ku ew îdîa dikin û dibêjin kurd tune ye.”