Polîtbûroya YNKê derbarê Lahûr Şêx Cengî de biryar da

.

 

 Polîtburoya YNK ê biryarê da ku Lahûr Şêx Cengî Talabanî di nav 72 sietan de terka Herêma Kurdistanê bike û di nav 24 sietan de hêzên xwe yên çekdar belav bike. Şêx Cengî jî ragihand ku ew vê biryarê nasnake.

Polîtburoya YNK li ser biryarên ku di civîna di 24 ê tebaxê de dabûn daxwuyanî da. Li gor biyarê wê Şêx Cengî di nav 72 sietan de terka Herêma Kurdistanê bike û dikare piştî ragihandina encama hilbijartinên giştî yên Iraqê yên di 10 ê cotmehê de, dagere Herêma Kurdistanê. Heya Şêx Cengî derê derveyê welat wê sînor deynin ser xeberên di medyayê de.

YNK her weha ragihand ku divê Şêx Cengî berya ji Herêma Kurdistanê derê, divê bo raya giştî desteka xwe bo hevkariya navbera YNK ê Tevgera Goran ragihîne.

Li ser mijarê sekreterê giştî yê serokatiya dîwana YNK ê Ferîd Eseserd bo Rûdawê ragihandiye ku biryarên ku dane, gihandine Şêx Cengî. Eseserd, weha gotiye:

“Eger biryar neyên bicîhanîn, biryarên di pey de wê ji aliyê Polîtburoyê de bên dayîn.”

Li ser navê Şêx Cengî bi nivîskî hatiye ragihand ku Şêx Cengî biryarekî weha nasnake û dê terka Kurdistanê neke. Di beyanê de Şêx Cengî ragihandiye ku biryarên weha ji aliyê organa herî bilind yê partiyê de ji aliyê Serokatiya Dîwanê de divê bên sitendin û di vê fikrê de israrê dike.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da