Polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêrê civiyan

Herdu polîtboruyên PDK û YNKê îro li Hewlêrê civiyan û li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din gotûbêj kirin.

Di civîna îro de, Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî serokatiya şanda PDKê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî  serokatiya şanda YNKê kir.

Di nava wan partiyên siyasî de ku li parlamentoya Kurdistanê xwedî kursî ne, tenê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Nivşê Nû biryar dane, ku beşdarî di hikûmetê de nekin, aliyên din li benda PDKê ne, jibo ku danûstandinên gotûbêjên pêknîna hikûmetê dest pê dike.

 

Li gor xişteya ku şanda PDKê ya danûstandikar daniye, PDK dixwaze berî dawiya îsal (2018) Desteya Serokatiya Parlamentoyê were hilbijartin û piştî betlaneya sersalê jî civînên di derbarê hûrgiliyên pêkanîna hikûmeta nû de bêne destpêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin