Polîsê ku bûye sedema mirina George Floydî hatiye girtin

.

Juriyê di doza George Floydî de biryar daye ku Derek Chaûvîn, polîsê berê yê ku bûye sedema kuştina George Floydiyê afro amerîkayî sûcdar e. Derek Chaûvîn di dema desteserkirinê de çoga xwe kutabû ser histûyê Floydiyî û bûbû sedema mirina wî.

Di doza kuştina George Floydî de jûriye biryara xwe aşkere kiriye. Jûriyê gotiye Derek Chaûvîn, polîsê berê yê ku bûye sedema kuştina George Floydiyê afro amerîkayî sûcdar e.

Di dadgehkirina li Dadgeha Herêmê ya Hennepina li Minneapolisê de ya ku 4 hefteye berdewam dike, juriya ku ji 12 kesan pêk hatiye, piştî mizakereya ku 10 saetan dom kiriye bi dema herêmê saet 16.10an biryara xwe aşkere kiriye.

Di biryara ku ji aliyê dadwer Peter Cahill ve xwendin de, di sucdarkirinên li dijî wî de yên bi kuştina asta 2 û 3yemîn de digel bi asta 2yemîn kuştina mirov de, Chauvin ji temamê wan sucdar hatiye dîtin.

Li gorî Ajansa Anadolûyê piştî biryar hatiye xwendin Chaûvîn girtine û birine girtîgehê.

Çi bûbû?

Polîsan li Mînneapolîsê bi îdiaya ku hin kes xapandiye George Floydê çermreş ê 46 salî desteser kiribûn. Polîsekî çoga xwe kutabû ser histûyê wî. Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.

Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî weşandibûn. Gelek kesan bertek nîşanî vê bûyere dabûn.

Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wir miribû.

Piştî wan dîmenan li DYAyê tundiya polîsan a li dijî çermreş dîsa hatibû rojevê. Xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajaran belav bibûn.

Piştî bûyerê bi hefteyekê, Washingtona paytext û New York jî tê de herî kêm li 40 bajaran derketina derva ya bi şev hatibû qedexekirin.

Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polîsan bikin û xwepêşandanan bi dawî bikin, Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kiribûn. 

Bianet/

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da